Kullanım Kılavuzu
Neden sadece 3 sonuç görüntüleyebiliyorum?
Sadece üye olan kurumların ağından bağlandığınız da tüm sonuçları görüntüleyebilirsiniz. Üye olmayan kurumlar için kurum yetkililerinin başvurması durumunda 1 aylık ücretsiz deneme sürümü açmaktayız.
Benim olmayan çok sonuç geliyor?
Birçok kaynakça da atıflar "Soyad, İ" olarak gösterildiği için özellikle Soyad ve isminin baş harfi aynı olan akademisyenlerin atıfları zaman zaman karışabilmektedir. Bu sorun tüm dünyadaki atıf dizinlerinin sıkça karşılaştığı bir sorundur.
Sadece ilgili makaleme yapılan atıfları nasıl görebilirim?
Makalenizin ismini arattıktan sonra detaylar kısmına bastığınız anda seçtiğiniz makaleye yapılan atıfları görebilirsiniz.
 Görüntüleme 6
Hêmanên Fal, Reml Û Muneccimiyê Di Edebiyata Kurdî (kurmancî) ya Klasîk de
2023
Dergi:  
RumeliDe Dil ve Edebiyat Araştırmaları Dergisi
Yazar:  
Özet:

Kevneşopiya falê ji berê de parçeyekî jiyana civakî ye. Falbazî jî di dîroka mirovahiyê de yek ji pîşeyên kevintir tê hesibandin. Mirovan ji bo dîtina paşeroja xwe, ji bo ku di bûyerên girîng de biryara rast bigirin serî li falbaz û munecciman dane. Çawa ku hêmanên jiyana civakî di edebiyatê de reng vedidin fal û falvekirin jî di edebiyata klasîk a Rojhilatê de bûne insûrên girîng. Di nimûneyên edebiyata Kurdî (Kurmancî) ya klasîk de jî em rastî falê û falvekirinê tên. Li gorî vê kesên aşiq ji bo dîtina paşeroja xwe, ji bo gihiştina hezkiriya/ê xwe, pêkhatina meqsed û mirada xwe fal vedikin, diçine remmal û munecciman. Helbestvan jî vê yekê bi awayekî estetîk di helbestên xwe de bi kar tînin. Ji bo rastfêmkirina edebiyata klasîk, ji bo şerha metnî hewce ye mirov wekî hêmanên din ên edebiyata klasîk falê jî bizane û rave bike. Bo nimûne, gava Feqiyê Teyran dibêje “Elîf nayê di fala min” çi qesd dike? Di falê de “elîf hatin” mizgîniya çi ye? Lewma di vê gotarê de emê pêşî bi kurtî behsa falê û sê cureyên wê bikin. Ev, fala Qur’anê/kitêbê, reml/remmalî û ilmê nucûm in ku di metnên edebî de herî zêde ew derdikevine pêşiya me. Piştî danasîna van falan emê di nav rûpêlên edebiyata Kurdiya Kurmancî ya klasîk de li nimûneyên wan bigerin. Dîwanên helbestvanên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Perto Beg, Seyid Eliyê Findikî, Namî herwiha mesnewiyên eşqê yên wekî Mem û Zîn û Seyfulmulûkê wê çavkaniyên me yên sereke bin. Ji bo başfêmkirina mijarê emê ji folklora Kurdî û ji çavkaniyên edebiyata Osmanî jî nimûneyan bînin. Bi vî rengî emê hewl bidin têkiliya edebiyata Kurdî ya klasîk û jiyana civakî jî nîşan bidin.

Anahtar Kelimeler:

0
2023
Yazar:  
Atıf Yapanlar
Bilgi: Bu yayına herhangi bir atıf yapılmamıştır.
Benzer Makaleler






RumeliDe Dil ve Edebiyat Araştırmaları Dergisi

Alan :   Eğitim Bilimleri; Filoloji; Güzel Sanatlar; Sosyal, Beşeri ve İdari Bilimler

Dergi Türü :   Uluslararası

Metrikler
Makale : 2.402
Atıf : 2.506
© 2015-2024 Sobiad Atıf Dizini