ku en Xebatên wergerê ji bo nûjenkirina zimanan û pêşveçûna edebîyata dunyayê giring e. Zimanên dunyayê bi rêya wergerê tên pêşberî hev û edebîyatên curbicur ên gelên dunyayê bi rêya wergerê hev dinasin. Çand û şaristanîya dunyayê, bi rêya xebatên wergerê hev nas dikin. Ji ber van egeran werger xwedî karîgerîyeke alemgiştî ye. Hin berhem di sedsala sêyem a koçî de ji kurdî hatine wergerandin; peyre êdî berhem ji zimanên din li kurdî hatine wergerandin. Garzonî, Mehmûdê Bazidî û Fossum bi wergera kurdî re eleqedar bûne. Li Stenbol û Şamê kovarên kurdan wergerên kurmancî weşandine. Bi taybetî li Stenbolê, piştî salên 1992yan wergerên kurdî zêde bûne. Muderrisên medreseyan di qada xwe de bi awayê devkî û nivîskî karê wergera kurdî pêk anîne. Digel ku ji serê sedsala 19an heta dawîya sedsala 20î wergera kurmancî di nav liv û tevgerê de bûye jî, tenê çend lêkolînên lokal ên akademîk ên nikirandî li serê hatine kirin. Bi vê lêkolînê me xwest rewşa wergera kurmancî ya li Tirkîye û Sûrî, ji hêla navê wergêr û berheman ve dîyar bikin. Lewre me da ser şopa wergerên kurmancî yên nivîskî ku berî salên 2000î hatine kirin û li Tirkîyeyê hatine çapkirin. Me berhemên ku ji kurdî li zimanên din hatine wergerandin û bizava wergera kurmancî û soranî li Îran, Iraq, Kavkas û Ewrûpayê li derveyî vê lêkolînê hiştine.
Alan : Güzel Sanatlar; Hukuk; Sosyal, Beşeri ve İdari Bilimler
Dergi Türü : Uluslararası
Benzer Makaleler | Yazar | # |
---|
Makale | Yazar | # |
---|