“Heyranok” yek ji cureyên edebiyata Kurdî ya gelêrî ye. Di nav keresteyên edebiyata Kurdî ya gelêrî de heyranok li gorî ziman, şêwaz û naveroka xwe hêjayî gelek vekolîn û analîzan e. Xebata me li ser heyranokên li herêma Wanê hatine berhevkirin hûr dibe û hewl dide ku van heyranokan analîz bike.Me di serî de pênaseya heyranokê kir û di pey re li gorî herêmên ciyawaz navên ku ji bo heyranokê têne bikaranîn tesbît kirin. Paşê, heyranok di çarçoveyeke zanistî de, li gorî rê û rêbazên zanista çand, folklor û edebiyatê ji hêla ziman, şêwaz, naverokê ve hatin analîzkirin. Di encamê de hat dîtin ku heyranok kurtehelbestên lîrik in û ji bo heyranê têne gotin. Heyranok berhemeke anonîm e. Mijara heyranokan evîn û evîndarî ye. Heyranok bi zimanekî sade hatine honandin.
Alan : Güzel Sanatlar; Hukuk; Sosyal, Beşeri ve İdari Bilimler
Dergi Türü : Uluslararası
Benzer Makaleler | Yazar | # |
---|
Makale | Yazar | # |
---|