Yek ji berhemên resen ên koleksîyona Aleksandre Jabayî ku em di vê xebatê da nasandina wê dikin, Xeberdana Zimanê Kurmancî ye ku hin piratîkên axaftina kurmancîyê dihewîne. Berhem ji alîyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve di sala 1865an da li Erziromê hatîye nivîsîn. Ev berhema ku bi mebesta hînkirina zaravayê kurdîya kurmancîyê hatîye sazkirin, di derbarê qadên cihê yên jîyanê da pirsyaran û bersivên wan îhtîwa dike. Digel ku ji bo hînkirina kurmancîyê hatîye amadekirin, tê da rêziman tune ye. Pirtûk, ji alîyê Aleksandre Jabayî ve hem hatîye latînîzekirin û hem jî di bin navê “Dialogues Entre Deux Kurdes”ê (Xeberdana Di Navbera Du Kurdan Da) da hetîye wergêrîn. Destxet ji alîyê fîzîkî ve baş xuya dike, deforme nebûye. Li ser rûpelên vê berhemê, ku bi kurdîya erebîyê hatîye nivîsîn, werger û latînîzekirina Jabayî û notên wî hene. Berhem ji 86 rûpelan, anku ji 43 wereqan pêk tê. Destxet, hin mijarên wek silavdayîn, hevnasîn, alîkarî, eşîret, eqreba, zewac, zar û zêç, ajel, temen, danûstandin, tenduristî, ol, sond, navên rojan, navên welatan, hejmar, pere û seyahetê di nava dîyalogan da pêşkêş kirîye. Herweha, hêja ye ku berhem digel cureyên hevoka kurdî, ji alîyê hin mijarên rêzimanê yên wek hevok, navdêr, gire, tewang, hevwate, dijwate, zayend, cihnav, rengdêr, ravek, dem, hoker, gihanek, xalbendî, peyvnasî, dengnasî û alfabeyê ve bê vekolîn.
Alan : Eğitim Bilimleri; Güzel Sanatlar; Hukuk; İlahiyat; Sosyal, Beşeri ve İdari Bilimler
Dergi Türü : Uluslararası
Benzer Makaleler | Yazar | # |
---|
Makale | Yazar | # |
---|