Kurte Armanca vê gotarê, nirxandin û dayîna metina latînîzekirî ya berhema Mela Mistefayî “Rahênanên Zimanê Kurdî” ye ku di 1860î da û ji bo hînkirina kurdîya kurmancî nivîsîye. Ev berhem wekî destxet, di koleksîyona destxetan ya Aleksandre Jabayî bi navê Kurd 48ê tomarkirî ye û yek ji berhemên giring e. Mela Mistefayî di vê berhemê da zêdetirî heşt sed hevok wekî rahênan pêşkêş kirine ku di wan da mijarên rêzimanî yên wekî dem, rawe û avahî, yekhejmarî, pirhejmarî hene. Ji alîyê deman ve bi taybetî li ser sê demên sereke, borî, niha û dahatîyê sekinîye û berhema wî bi piranî ji mînakên van deman pêk dihê. Dema ku Mistefayî dem pêşkêş kirine û kêşana karan nîşan dane, hem formên wan yên erênî hem jî nerênî û carinan jî li gor yekhejmarî û pirhejmarîya wan nîşan dane.
Benzer Makaleler | Yazar | # |
---|
Makale | Yazar | # |
---|