Fellîhî devokeke zimanê Siryanîya rojhilat (Sûrat) e ku li gorî Jeremias Schamir (Yeremya Şamîr 1821-1906) ew ji aliyê şênîyên devdora Eynkawaya Hewlêrê û mintiqeya Mûsilê ve tê axaftin. Jeremias Schamir keşîşek e ku di sedsala 19an de li devera Musilê jiyaye û mustensîxê gelek destxetên Gerşûnî (navê metnên zimanê bîyanî yên bi alfabeya Siryanî hatine nivîsîn) ye. Schamir ji bo rojhilatnasê Almanî Eduard Sachau (1845-1930) xebitîye û gelek destxetên Fellîhî, Erebî û Kurdî (Gerşûnî) îstinsax kirine û ji Sachau re şandine. Yek ji van destxetan bi navê Sachau 200 li Pirtûkxaneya Eyaletî ya Berlînê-Mîrateya Çandî ya Prûsyayê (Staatsbibliothek zu Berlin- Preußischer Kulturbesitz) di nav koleksîyona Destxetên Rojhilat (Orientalische Handschriften) de hatiye qeydkirin. Di vê destxetê de digel ferhengokeke rêzimanî ya Erebî-Fellîhî-Kurdî çend hîkayet, çîrok, destan û kilam jî cih digirin. Di vê xebata me de em ê ji wan hîkayetan, a bi navê Şebê Şêst û Dû-Ji Çîroka Hezar Şeb û Şebek bixebitin ku weku wergera ji Erebî bo Fellîhî û Kurdî hatiye kirin. Ev destxet bi tevahî ji 66 wereqan pêk tê ku çîroka navborî ji wereqa 29v dest pê dike heya wereqa 33r dewam dike. Digel nasandina vê destxetê, di vê lêkolînê de çîroka me ya navborî hatiye latînîzekirin û herwiha bi zimanê îroj hatiye nûjenkirin. Ji bilî wê, berawirdkirina vê çîrokê bi ya Erebî û wergerên din ên îroyîn re jî hat kirin. Di encama vê xebatê de wergereke ji zimanên bîyanî bo Kurdî ya ku di sala 1883yan de hatiye kirin, peyd bû û bi lêkolîneran re hat parvekirin.
Alan : Eğitim Bilimleri; Güzel Sanatlar; Hukuk; İlahiyat; Sosyal, Beşeri ve İdari Bilimler
Dergi Türü : Uluslararası
Benzer Makaleler | Yazar | # |
---|
Makale | Yazar | # |
---|