Edebiyata kurdî ya modern ji ber hin sedeman ji sedî sed ne di welatekê de, di qonaxên curbecur de hebûna xwe domandiye û pêşketiye. Wekî tê zanîn yek ji wan qonaxên vê edebiyatê jî qonaxa edebiyata kurdên Sovyetê ye. Ev qonax piştî şoreşa bolşevîkan hêdî hêdî derdikeve holê û hebûna xwe geh di nav atmosfereke erênî de geh dibin ewrên reş de didomîne. Bêguman nûnerên vê edebiyatê ji şert û mercên siyasî yê dewleta Sovyetê bêxeber nebûn û di bin bandora nêrîna siyasî ya rejîma nû de man. Erebê Şemo jî yek ji wan piştgir û dildarê vê rejîma nû ye. Jixwe vê heyrantiya xwe ya li hemberî rejîma nû di romana xwe ya Şivanê Kurmanca de rasterast aniye ziman.
Field : Sosyal, Beşeri ve İdari Bilimler
Journal Type : Ulusal
Relevant Articles | Author | # |
---|
Article | Author | # |
---|