Armanca vê gotarê nirxandina berhema Mela Mehmûdê Bazîdîyî “Kêşana Lêkerên Kurdî” ye ku di sala 1886an da ji bo hînkirina kêşana lêkerên kurdîya kurmancî nivîsîye. Ev berhema Bazîdîyî jî wekî berhemên din gelekî giring e ku di koleksîyona destxetan ya Aleksandre Jabayî da cih girtîye. Berhem bi giranî li ser morfolojîya kêşana lêkeran e û zêdetirî bîst lêkerên kurdîya kurmancî wekî mînak pêşkêş kirine. Wî lêker li gor cihnavkên kesane û li gor demên borî, niha û dahatîyê û neyînîya van deman û dîsa li gor raweyên fermanî, aktîf û pasîf û hwd kêşane. Herçend piranîyê berhemê ji kêşana lêkeran pêk dihê jî, beşek biçûk ji vê xebatê li ser sentaksa kurmancîyê ye û behsa hêmanên hevokê û hevokên curbicur dike. Di vê gotarê da em hem li ser zimanê ku Bazîdîyî ev berhem pê nivîsîye hem jî mijarên ku di vê berhemê da cih girtine sekinîne û nirxandina wan mijaran kirîye.
This paper deals with Mela Mahmudi Bazidi’s book “Conjugation of Kurdish Verbs” that was written in 1886 for teaching conjugation of verbs in kurmanji kurdish. Bazidi’s this study is one of the important studies as the others in Alexander Jaba’s collection. It is predominantly about the morphology of verb conjugation and includes more than twenty verb conjugations as examples. The verbs are conjugated in terms of personal pronouns, past, future, present tenses and their negative forms, imperative, active and passive voice etc. Although his study considerably consists of verb conjugations, a small part of it mentions the kurmanji syntax and the constituents of cluases. In this paper we analize both Bazidi’s language in which the book was writen and the topics that are mentioned in it.
Benzer Makaleler | Yazar | # |
---|
Makale | Yazar | # |
---|