Wekî cureyekî edebîyata gel çîrok, di nav civaka kurdan da cîyekî girîng û berfireh digire. Digel vê girîngî û dewlemendîyê, lêkolerên kurd, mîna lêkolerên gelên dunyayê, bi awayekî modern neketine bin barê berhevkirina çîrokên xwe. Ji ber ku çîrokên kurdî bi awayê zanistî baş nehatine berhevkirin û li rêbazên hemdem ên zanistî têr nehatine tetbîqkirin, lêkolerên derî kurdan ew berhev kirine, bêyî ku amaje bi zimanê wan ê eslî bikin, wekî ku malê gelê wan be li zimanê xwe wergerane û li van rêbaz û teorîyên zanistî ew tetbîq kirine. Hîna di sedsala 18an da gelnasên Ewrûpî, dest bi berhevkirin û analîza çîrokên xwe kirîye û ji bo vê jî wan, teorî û rêbazên cîyawaz li pêşberî berhevkaran danîne. Seyra van cure xebat û lêkolînan ji Îngiltere, Almanya, Fransa û Îskoçya heta Rûsyayê berfireh bûye. Ji ber bêderfetîyan, heta niha bi awayekî ku heq dike, çîrokên kurmancî li ser rêbazên zanistî nehatine tetbîqkirin. Rêbaza analîza çîrokan a Vladimir Propp ku di nav rêbaz û teorîyên dahûrîna çîrokan da li dunyayê berbelav e, ji gelek alîyan ve bi çîrokên kurdî ra li hev dike. V. Propp, bi vê rêbaza xwe, hewl dide ku hemû hêlên kokena/etîmolojîk a dîrokî ya çîrokan dêne ber xwe û li ser guherîn û veguherînên serdemî yên çîrokan bixebite. Ew li ser guherînên ku çîrokek, di nav pêvajoya serdemekê de rast lê hatîye kûr dibe. Ew li şûna tehlîla dîyakronîk, tehlîla senkronîk ku hêmanên çîrokê, di nav beşeke serdemekê de digire destî pêşnîyaz dike. V. Propp, ji parçeyên çîrokê dest pê dike û ber bi giştîya wê ve diçe û lê dikole, bê ka binyada wê çawa ye. Di vê xebatê da me jî hewl da ku çîrokeke kurmancî li gor rêbaza Proppî analîz bikin. Ji lew ra me çîrokeke ku bi awayê zanistî hatîye berhevkirin girt û ew li gor vê rêbazê ji hêla tevger û fonksîyonên wê ve analîz kir.
Alan : Güzel Sanatlar; Hukuk; Sosyal, Beşeri ve İdari Bilimler
Dergi Türü : Uluslararası
Benzer Makaleler | Yazar | # |
---|
Makale | Yazar | # |
---|